Ji KENY'ê banga sekinandina êrîşê

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bangî General Xelîfe Hefter kir ku ji bo Trablûsa Libyayê zeft bike eskerên xwe şandiye û jê xwest bira êrîşê bide sekinandin.

Ji KENY'ê banga sekinandina êrîşê

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bangî General Xelîfe Hefter kir ku ji bo Trablûsa Libyayê zeft bike eskerên xwe şandiye û jê xwest bira êrîşê bide sekinandin.

General Xelîfe Hefterê serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê êrîş da destpêkirin ku Trablûsê zeft bike û li ser vê Konseya Ewlekariyê ya NYyê kom bû.

Christoph Heusgenê Nûnerê Daîmî yê Almanyayê û serokê heyama nîsanê yê Konseya Ewlekariyê ya NYyê piştî civînê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku ji ber tevgera eskeran a li Libyayê di nav fikaran da ne.

Christoph Heusgen got KENYyê bangî General Xelîfe Hefterê ji bo Trablûsa Libyayê zeft bike eskerên xwe şand kir ku bira êrîşê bide sekinandin û bangî hemû aliyan dikin ku bira rageşiyê kêm bikin, çareseriyeke eskerî bi kêr nayê.

General Hefterê serokê hêzên li rojhilatê Libyayê duh diyar kiribû ku ji bo Trablûsê zeft bikin êrîş dan destpêkirin.

Fayiz es-Serracê Serokê Konseya Seroktiya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya Libyayê (UMH) jî wekî Serfermandar ji Sererkaniyê ra telgraf şandibû û ji bo parastina jiyana sivîlan wezîfe dabû Fermandariya Hêzên Hewayê ku bikaribin operasyonan bikin.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Nîsan 2019, 16:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE