Ji kesên ku akredîteyê Lîstikên Paralîmpîk ên 2020 Tokyoyê bûne ji 300î zêdetir bi Kovîd-19ê ketin

Ji kesên ku akredîteyê Lîstikên Paralîmpîk ên 2020 Tokyoyê bûne ji 300î zêdetir bi Kovîd-19ê ketin

Ji kesên ku akredîteyê Lîstikên Paralîmpîk ên 2020 Tokyoyê bûne ji 301 kes bi Kovîd-19ê ketin.

Komîteya Organîzasyonê daxuyand, di çarçoveya Lîstikên Paralîmpîk da Kovîd-19 di 4 kesên din da jî hat tesbîtkirin.

Di 24 saetên dawîn da ji kesên ku vîrus di wan da hat tesbîtkirin, du kes xebatkarên bipeyman in, kesek mensûbê medyayê ye.

Kesên ku di wan da vîrus hat dîtin, hildan karantînayê.

Bi vî hawî ji kesên ku akredîteyê Lîstikên Paralîmpîk ên 2020 Tokyoyê bûne û Kovîd-19 di wan da hat dîtin, derket 301î.

Lîstikên Paralîmpîk ên 2020 Tokyoyê di 24ê tebaxê da dest pê kir û ji 160 welat û herêman nêzî 4 hezar û 400 werzişvanên 22 şaxan beşdar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE