Ji Koçberan re xaniyên bipîrket çêkirin

Weqfa Diyaneta Turkiyeyê û ya Aziz Mahmud Hüdayi xanî teslîm kirin

Ji Koçberan re xaniyên bipîrket çêkirin

Li herêma Sûriyê ji bo koçberan xebat û alikariyên Turkiyeyê didomin. weqfa diyaneta Turkiyeyê û Azîz Mahmûd Hûdayî, li Şemarêxa Ezazê xaniyên bipîrket çêkirin. 350 xanî qediyan û teslîmî xwediyên wan kirin.

Ji ber şer û pevçûnan bêwar û bêmal man.

Berê xwe dan herêmên ewle.

Ji bo koçberên Sûriyê alîkariyên Turkiyeyê bênavber didomin.

Weqfa Diyaneta Turkiyeyê û Azîz Mahmûd Hûdayî li gundê Şemrêxa Ezazê ji ko koçberan xaniyên bipîrket çêkirin.

Li vir 350 xanî hatin çêkirin.

Her mal nêzî 40 metreçarçik e.

Xanî bi merasîmekê hatin dayîn.

Koordînatorê Sûriyê yê Weqfa Diyaneta Turkiyeyê Mahmut Temellî derbarê van xizmetan de axivî.

Xwediyê xaniyan mifteyên xwe hildan û berê xwe dan xaniyên xwe: “ev mal elhemdûlîllah pir baş in. me ji baranê û sermayê diparêzin.em koçber bibûn û di konan de diman. zarokên me nexweş diketin. niha jî Turkiye hat û em li vir hewandin. xwedê ji wan razî be.”

Di van xaniyan de nêzî 600 kes dijîn.

Êdî xelkê vê derê bi rehetî wê jiyana xwe bidomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE