Ji komkujiya Xaçparêzan ber bi qetlîamên Esed: Îdlib

Li bajarê Îdlibê yê Suriyeyê ji ber êrîşên xedar û giran ên rejima Beşar Esed û Rusyayê karesateke herî mezin a van salên dawîn rû dide.

Ji komkujiya Xaçparêzan ber bi qetlîamên Esed: Îdlib

 Li bajarê Îdlibê ku cih û warên sivîlan yekser hatin rûxandin, dibistan, nexweşxane, mizgeft û bazargehên rojane dibin hedef.

Rejim û Rusyaya ku Peymanên Astanayê û Rêkeftina Soçiyê binpê dike, dixwazin Îdlibê ji mirovan xalî bikin û herwiha li ser 4 milyon însanên ku ditirsin qetlîamek were serê wan jî, koçkirin tê ferzkirin.

Îdliba ku bûye xirabebajar, hezar sal herê jî bûbû şahidê trajêdyayeke bi heman rengî û dirûvî.


Xaçparêzên ku rojên dawîn ên sala 1098an dest bi dagirkirina alema Îslamê kiribûn, li Îdlibê yek ji mezalimên herî dirinde yên di dîroka vî bajarî da pêk anîn.

Li gorî zarê weqanivîsên Ereb û Frenk, artêşa Xaçparêzan ku sê rojan ser hev xelkê Îdlibê ji qetlîamê derbas kiribû, cesedên Misilmanan xwaribûn.

Piştî komelkujiya ku di nameyên ku fermandarên Frenkan salek şûnda ji Papa ra şandin da jî hat piştrastkirin, Xaçparêz di şaxê destanan ê wêjeya Erebî da wekî mirovxur hatin tewsîfkirin.

Suriye wê serdemê jî mîna roja îro ji ber milmilaneyên siyasî perçe perçeyî bûbû.


Herwiha îro roj jî gund û bajarên Îdlibê, bi şêweyeke dirindane dibin hedef. Ji Rêkeftina Soçiyê ya îlona 2018an vir va li Îdlibê nêzîkî 2000î sivîl hatin kuştin. Ji rêbendana 2019an vir va jî hejmara kesên ku ji bajêr derketin gihîşt 2 milyonî.

Kêlikên merzelên Îdlibiyan jî bi destê hêzên rejimê tên tarûmarkirin. Qewimînên ku îro roj li Îdlibê rû didin, wehşet û dehşeta salên dagirkirina Xaçparêzan tîne bîra mirov.

Bi hezaran malbatên ku li sitarekî digerin, ji alav û pêwîstiyên sereke yên jiyanê bêpar in. Herwiha saziyên alîkariya mirovî jî li herêmê fealiyetên xwe bênavber didomînin.

Sir û seqem û herwiha barîna berfê, jiyana di kon û xîvetan da pir dijwar dike û malbatên ku dixwazin zarokên xwe germ bikin jî wekî çare, kincan dişewitînin.

Îdliba ku dirûvê bajarekî kavilbûyî wergirtiye, bi komelkujiyeke mîna ya Xaçparêzan a hezar sal berê ra rûbirû ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE