Ji Koreya Bakur ceribandina fuzeyê

Koreya Başûr diyar kir ku Koreya Bakur li Behra Rojhilat 2 fuzeyên menzîlkin avêtin

Ji Koreya Bakur ceribandina fuzeyê

Koreya Başûr diyar kir ku Koreya Bakur li Behra Rojhilat 2 fuzeyên menzîlkin avêtin.

Di daxuyaniya artêşa Koreya Başûr da hat diyarkirin ku Koreya Bakur ji Hamgyonga Başûr a li bakurê rojhilatê welêt 2 fuzeyên balistîk avêt, fuze 97 kîlomêtre qame derketin û 380 kîlomêtre wê da çûn û li tanga Behra Rojhilat a di navbera Nîvgirava Koreyê û Japonyayê da ketin.

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku Kîm Yong Unê Serokê Koreya Bakur bi wî ra dirust e.

Trump go: "Kîm ji ceribandina fuzeyan hez dike, jixwe me jî ceribandina fuzeyên menzîlkin qedexe nekiribû."

Di daxuyaniya Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koreya Başûr da bal kişandin ku ceribandina fuzeyan bû sedema fikaran bira rêveberiya Pyongyangê ji helwestên rageşiyê zêde dikin dûr bisekine.

Hikûmeta Japonyayê diyar kir ku fuze li ser sînorê wan ê behrê da neket û nebû sedema tu zirarekê.

Ji 25ê tîrmehê vir da rêveberiya Pyonyangê 7 caran fuze ceribandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE