Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku helwesta Amerîkayê ya li hemberî kirîna pergala parastina asîmanî S-400 ji aliyê Tirkiyeyê va li gorî wan, neyînî ye û wiha got, "Wekî ku Enqere jî tîne ziman, peymana S-400 peymanek e ku xilas bûye û temam bûye."
Peskov li paytext Moskoyê di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da helwesta Amerîkayê ya li hemberî kirîna S-400 ji aliyê Tirkiyeyê va, rexne kir.
Peskov bal kişand ku helwesta Amerîkayê ya ku der heqê S-400 da nîşanî Tirkiyeyê dide, ne tu helwest e û wiha got, "Rûsya bi awayekî pir neyînî li helwesteke bi vî rengî dinihêre. Wekî ku Enqere jî tîne ziman, peymana S-400 peymanek e ku xilas bûye û temam bûye."
AA