Ji kurê Kaşikçi daxuyaniya sersaxiyê

Kurê Cemal Kaşikçiyê ku li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hat kuştin eşkere kir ku dê ji sibê pê ve li mala wî ya li Medîneyê teziyeya bavê xwe qebûl bike.

Ji kurê Kaşikçi daxuyaniya sersaxiyê

 Kurê Cemal Kaşikçiyê ku li Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hat kuştin eşkere kir ku dê ji sibê pê ve li mala wî ya li Medîneyê teziyeya bavê xwe qebûl bike.

Salah Kaşikçiyê kurê rojnamevanê hat kuştin ji ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyanî da û got ku "Ji bo Kaşikçiyê merhûm sersaxî dê ji roja înê heta roja yekşemê li mala wî ya li Medîneyê bên qebûlkirin."

Daxuyaniya sersaxiyê ya malbata Kaşikçi piştî ku Berdevkê Serdozgerê Erebistana Siûdû Şelan eş-Şenal der barê lêpirsîna cinayeta Kaşikçi de li Riyadê civîna çapemeniyê kir hat dayîn.

Berdevk Şelan di civîna çapameniyê de encamên lêpirsîna der barê kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi de parve kirin û got ku "Cesedê Kaşikçi li konsolosxaneyê hat parçekirin û wisa derxistin derve."

Şelan got ku Arîkarê Serokê Îstixbaratê yê berê Ehemd el-Asirî emrê avakirina ekîba ku Kaşikçi kuşt fa, emrê kuştinê jî ji aliyê serokê ekîbê ve hat dayîn û got ku "Di bûyera kuştina Kaşikçi de darvekirina 5 kesan hat xwestin."AA

Dîroka nûkirinê: 16 Mijdar 2018, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE