Ji Maduro banga seferberiyê

Maduro: "Ez bangî gelê wêrek û şervan ê Venezuelayê dikim, bila li aliyekî kar û perwerdeya xwe bidomînin, li aliyê din jî ji bo îstiqrara welêt biparêzin bila li kuçeyan bimînin û seferber bibin. "

Ji Maduro banga seferberiyê

Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro li hember talukeya darbeyê bangî gel kir ku bila ew hişyar bin.

Piştî mitînga duh a ku li paytext Caracasê hat lidarxistin, Maduro daxuyand wî hemû têkiliyên dîplomatîk ên bi Amerîkayê ra qut kiriye û 72 saet dem daye dîplomatên Amerîkî ku ew Venezuelayê terk bikin.

Maduro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bangî gel kir û got li welêt talukeya darbeyê heye û divê gel baldar be.

Maduro wiha got: "Ez bangî gelê wêrek û şervan ê Venezuelayê dikim, bila li aliyekî kar û perwerdeya xwe bidomînin, li aliyê din jî ji bo îstiqrara welêt biparêzin bila li kuçeyan bimînin û seferber bibin. Ner darbe, ne jî mudaxaleya ji derva, Venezuela aştiyê dixwaze."

Alîkarê Serokê Partiya Sosyalîst a Yekbûyî ya Venezuelayê Dîosdado Cabello jî piştgirî da Maduro û bangî gel kir ku ew her êvar li ber Qesra Serokatiya Dewletê ya Mîrafloresê bicivin.

- Meksîka û Bolîvyayê ragihandin ku ew Nîcolas Maduro wek lîderê Venezuelayê dihesibînin û piştevaniya wî dikin

Li Venezuelayê Serokê Meclisa Neteweyî Juan Guaido xwe wek "serokê berwext ê dewletê" îlan kir û li ser vê jî Amerîka, Kanada û hin welatên Amerîkaya Başûr serokatiya Guaido qebûl kirin lê Meksîka û Bolîvya li dijî vê sekinîn û ragihandin ku Nîcolas Maduro nûnerê hikûmeta meşrû ya welêt e û ew wî wek lîderê Venezuelayê dihesibînin û piştevaniya wî dikin.

Serokê Dewleta Bolîvyayê Evo Morales ji ser Twîttera malpera parvekirinên civakî daxuyanî da û got ku Venezuela bi êrîşeke emperyalîst ra rû bi rû ye. 

Morales got: "Em di vê saeta ku emperyalîzmê careke din destê xwe kiriye qirika demokrasî û tayînkirina mafên gelên Amerîkaya Başûr da li cem gelê Venevuelayê û Nicolas Maduro ne. Amerîkaya Başûr ji niha pê va wê hewşa Amerîkayê nebe."

Jesus Ramirez Cuevasê berdevkê Manuel Lopez Obradorê Serokê Dewleta Meksîkayê jî diyar kir ku Meksîka Maduro wek Serokê Dewleta Venezuelayê dihesibîne û vê nêrîna xwe jî bidomîne. 

Cuevas daxuyanî da têlevizyona "Milenio"yê û got: "Ji ber qeyrana li Venezuelayê em ê nêrîna xwe ya bêalî bidomînin. Hikûmeta Meksîkayê rewşa li Venezuelayê ji nêz va dişopîne. Heta niha di qada têkiliyên me yên dîplomatîk ên bi welêt û hikûmeta wê ra tu guherîn tuneye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ew Serokê Meclisa Neteweyî Juan Guaido wek "serokê berwext ê dewletê" dihesibîne û vê yekê qebûl dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE