Ji Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji bo Yêmenê gav

Di Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran a ku demokrat lê hêzdar in pêşnuma hat raykirin, ligel 177 rayên "na"yê pêşnuma bi 248 rayên "erê" va hat tesdîqkirin

Ji Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji bo Yêmenê gav

Pêşnumaya dibêje Amerîka piştgiriya eskerî ya di şerê Yêmenê da dide Erebistana Siûdî bira bibire di Meclisa Nuneran da hat qebûlkirin.

Di Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran a ku demokrat lê hêzdar in pêşnuma hat raykirin, ligel 177 rayên "na"yê pêşnuma bi 248 rayên "erê" va hat tesdîqkirin.

Pêşnumaya dibêje piştgiriya ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di şerê Yêmenê da dide Erebistana Siûdî bira were birîn piştî vê meclisê ew ê here Senatoya Amerîkayê. Di medyaya Amerîkayê da tê gotin ku pêşnumayê di senatoyê da jî were qebûlkirin lêbelê Trump ew ê pêşnumaya Yêmenê red bike.

Di pêşnumayê da dibêjin heke li dijî El Qaîdeyê şer nekin piştgriya ku didin hemû yekîneyên li Yêmenê û êrîşa ji hewayê ya di pêşîkêşiya Erebistana Siûdî da di nav 30 rojî da were betalkirin.

Tê gotin heke pêşnuma di senatoyê da were qebûlkirin ew ê li dijî polîtîkaya Yêmen û Erebistana Siûdî ya Amerîkayê bibe gaveke herî eşkere.

Dîsa li gor gotinan Trumpê ku hetanî nika mafê xwe yê vetoyê qet bi kar neanîbû ew ê cara ewil pêşnumaya Yêmenê veto bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2019, 13:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE