Ji Merkelê derbarê Tirkiyeyê daxuyanî

Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel got,"Almanya dixwaze Tirkiye di warê aboriyê de geşe bide. Ev li gor berjewendiya me ye jî"

Ji Merkelê derbarê Tirkiyeyê daxuyanî

Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel got, "Almanya dixwaze Tirkiye di warê aboriyê de geşe bide. Ev li gor berjewendiya me ye jî."

Merkel di civîna çapemeniyê de ya ku piştî hevdîtina digel Serokê Konseya Wezîrên Bosnayê Denis Zvizdic li darxistibû bersiva pirsên derbarê pêşhatên li Tirkiyeyê da.

Merkelê destnîşan kir ku bêîstiqrarbûna Tirkiyeyê di warê aboriyê de ne li gor berjewendiya tu aliyan e û bal kişand ser giringiya xebata serbixwe ya Banka Navendî.

Merkelê tekezî li wê yekê kir ku dê dimeke kurt de digel Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê van mijaran de gotûbêjê bike û anî ziman ku ji îstiqrara derdora Yekîtiya Ewropayê ya di warê aboriyê de ewê jî sûdê wergirin.

Merkelê wiha jî got, "Almanya dixwaze Tirkiye di warê aboriyê de geşe bide. Ev li gor berjewendiya me ye jî."

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 13 Tebax 2018, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE