Ji Meydana Tehrîrê dengê "hikûmet îstifa"

Li paytextê Iraqê Bexdayê di xwepêşandanên dijî hikûmetê da durişma "hikûmet îstifa" bilind dibe

Ji Meydana Tehrîrê dengê "hikûmet îstifa"

Li paytextê Iraqê Bexdayê di roja pêncemîn a xwepêşandanan da ji Meydana Tehrîrê dengê "hikûmet îstifa" bilind dibe.

Bi hezaran xwepêşandêrên ku ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê daketin qadan, li Meydana Tehrîrê ya li navenda paytextê hatin cem hev.

Xwepêşandaran destnîşan kirin ku ew ê guh nedin qedexeya derketina derva ya bi şev a li Bexdayê û durişmên "Em îro jî heya sibehê li vê derê ne" û "hikûmet îstifa" bilind dikin.

- Destûr tune ku derbasî Herêma Kesk bibin

Xwepêşandêr dixwazin ji Meydana Tehrîrê biçin Herêma Kesk ku avahiyên hikûmetê lê ne, lêbelê hêzên ewlekariyê li cem bariyeran midaxale dikin ku xwepêşandêr derbas nebin.

Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin. Çalakvanên ku 1ê cotmehê dest bi xwepêşandanan kirin, ji ber merasimên Erbaînê navber dabûn, lê roja înê dîsa dest bi xwepêşandanan kirin. Paytext Bexda di serî da di çalakiyên ku li bajarên li başûr û naverasta welêt belav bûn da ji serê cotmehê vir va zêdetirî 200 kesî hatin kuştin, qedera 8 hezar kesî jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE