Ji mixalefeta Îsraîlê hişyariya şerê navxweyî

Ji mixalefeta Îsraîlê hişyariya şerê navxweyî

Li Îsraîlê Yair Lapidê serokê Yesh Atid (Siberoj Heye) ku partiyeke mixalefetê ye, hişyarî da ku bûyerên tundiyê yên di xwepêşandana ku êvara sêşemê li bajarê Tel Avivê hat lidarxistin da dibe ku welat rûbirûyî şerê navxweyî bike.

Lapid ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û wiha got, "Xwîna ku şeva berîn li Tel Avivê herikî, bi destê Bîbî (Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu) û nûnerên wî hat rêtin. Kê provokasyonê bike dê xwînê birêje."

Lapid bal kişand ku provokasyona dijî xwepêşandêran dibe ku Îsraîlê duçarî şerê navxweyî bike û her wiha Netanyahu rexne kir ku li ser êrîşên dijî xwepêşandêran daxuyanî neda.

Wezîrê Parastina Îsraîlê Benny Gantz jî di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da xwest, kesên ku êrîşî xwepêşandêran kirin, bên cezakirin.

Gantz wiha got, "Heta em li vê derê bin, tu kes nikare li Îsraîlê xwepêşandêran bêdeng bike."

Saziya Weşana Qamûyê ya Îsraîlê (KAN) di nûçeya xwe ya duh da diyar kiribû ku di xwepêşandanên li ber mala Wezîrê Ewlekariya Qamûyê ya Îsraîlê Amir Ohana ya li Tel Avivê da 5 kes di êrîşa rastgirên tundrew da birîndar bûn.

Li dijî êrîşa rastgirên tundrew bertek hatibûn dayîn, lêbelê Serokwezîr Netanyahu li ser mijarê daxuyanî nedabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE