Ji mixalifên Sûriyeyî li dijî Tirkmendaxê operasyon

Li Sûriyeyê komên mixalif ên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê li dijî herêma Tirkmendaxê ku di nava sînorê Herêma Kêmkirina Şer a Îdlibê da dimîne, dest bi operasyonê kirin

Ji mixalifên Sûriyeyî li dijî Tirkmendaxê operasyon

Li Sûriyeyê komên mixalif ên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê li dijî herêma Tirkmendaxê ya li kirê Lazqiyeyê ku di nava sînorê Herêma Kêmkirina Şer a Îdlibê da dimîne, dest bi operasyonê kirin ku ciyên stratejîk ên ku ketin destê rejima Esed, vegerînin.

Di êrîşên destxwera yên mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijî rejimê da gelek eskerên rejimê hatin kuştin.

Di operasyonê da tevî Girê Burc el Zahiye yê stratejîk, 15 girik û kozikên rejimê hatin kontrolkirin û herwiha du tankên rejimê hatin jinavbirin.

Piştî operasyonê yekîneyên rejimê li dijî Tirkmendaxê dest bi êrîşa topxaneyê kirin.

Rejima Esed di mehên dawîn ên 2015an da bi alîkariya asîmanî ya Rûsyayê ji sedî 85ê Tirkmendaxa li kirê parêzgeha Lazqiyeyê bi dest xistibû.

Qedera 20 hezar Tirkmen û Erebên şêniyên herêmê mecbûr mabûn, koçî Tirkiyeyê kiribûn.

Li Tirkmendaxê gundên Çumeren, Kelez, Îsapinari, Sallur, Yamadi, Karamanli û çewligên Zeytincik, Ciptoroz û Kalabayê di destê mixalifan da ne.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE