Ji mixalifên Suriyeyî seba Herekata Mertalê Biharê peyamên piştgiriyê

Hikûmeta Berwext a Suriyeyê: "Êdî dilê milyonan Suriyeyî wê seba vê vê herekatê bavêje. Diruşmên piştgiriyê yên meydanan wê nesekinin. Diayê mezlûmên ku di çadiran û derveyî welêt dijî wê kêm nebe”

Ji mixalifên Suriyeyî seba Herekata Mertalê Biharê peyamên piştgiriyê

Hikûmeta Berwext a Suriyeyê û şaxa eskerî ya mixalefetê destnîşan kir, li Îdlibê hebûna artêşa Türkiyeyê li cem gel mafekî meşrû ye û ew piştgiriyê didin Herekata Mertalê Biharê.

Ofîsa Serokwezîriyê ya Hikûmeta Berwext a Suriyeyê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, çavkaniya meşrû gel e û wiha dewam kir: "Sûriyeyiyan gazî dewleta Tirk a bira kir ku li dijî rêxistina terorê ya herî mezin a dinyayê (rejima Beşşar Esed) wan biparêze."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Êdî dilê milyonan Suriyeyî wê seba vê vê herekatê bavêje. Diruşmên piştgiriyê yên meydanan wê nesekinin. Diayê mezlûmên ku di çadiran û derveyî welêt dijî wê kêm nebe."

Di daxuyaniyê da her wiha wiha hat gotin: "Em piştgiriyê didin Herekata Mertalê Biharê û pîroz dikin."

- "Li Suriyeyê hebûna artêşa Türkiyeyê meşrû ye"

Heyeta eskerî ya ku di hevdîtinên Astanayê da nûnertiya mixalifên Suriyeyî kir jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Gelê Sûriyeyê bi îradeya xwe piştgiriyê dide ku artêşa Türkiyeyê li ser axa me be û li gor me ev mafekî meşrû ye."

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Heta daxwazên demokratîk ên gelê Suriyeyê bi cih neyên, em dixwazin artêşa Türkiyeyê li Suriyeyê bimîne. Bi vê wesîleyê va em dibêjin ku em bi temamî piştgiriyê didin Herekata Mertalê Biharê ya ku artêşa Türkiyeyê da destpêkirin."

- Herekata Mertalê Biharê

Rejima Beşşar Esed li Îdlibê êrîşa esmanî biribû ser mensûbên Artêşa Türkiyeyê ku seba mîsyona çavdêriya agirbestê ya peymanên Astanayê li wir bûn û di êrîşan da 33 esker şehîd ketibûn.

Artêşa Türkiyeyê li ser vê Herekata Mertalê Biharê dabû destpêkirin, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar duh di daxuyaniya xwe da wiha gotibû: "Di çarçoveya mafê midafaya meşrû ya benda 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî û mitabaqatên Adana, Astana û Soçiyê da ji bo ku agirbest çêbibe, pêşî li ber koçê were girtin, drama mirovahiyê ya li herêmê bi dawî bibe, ewlehiya yekîne, gel û hidûdên me çêbibe, em li Îdlibê fealiyetên xwe didomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE