Ji Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb bo YPG/PKKyê piştevaniya îstixbaratê

Ji Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb bo YPG/PKKyê piştevaniya îstixbaratê

Derket holê ku Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ji bo di mijara teknîkên îstixbaratê da endamên YPG/PKKya rêxistina terorê perwerde bikin gelek sîxur şandine Sûriyeyê.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb di sala 2017an da bi YPG/PKKyê ra bi dizî dest bi hevdîtinan kir û di salên pey ra jî wezîfedarên îstixbaratê şand herêmên di bin dagirkeriya rêxistinê da ne.

Di van heyaman da rayedarên îstixbaratê yên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ên hatin cihên kifşkirî di mijarên wek espiyonaj, kontra-espiyonaj, sabotajî çalakiyên sûîqastê, elametên îstixbaratê, ewlehiya agahiyê û torên ragihandinê da terorîstên YPG/PKKyî perwerde kirin. Ev kar û xebat li Qamişlo, Heseke û Dêrazorê hatin kirin.

Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ji bo ku rêxistin di qada îstixbaratê da jî kar û xebatan bibe serî gelek amûr temîn kir û ji bo bi YPG/PKKê ra rasterast bikaribe têkilî dayne jî xeteke ragihanê ya veşartî ava kir.

- Suîqest kirin

Nûçegihanê AAyê bernavê hin sîxurên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ên car caran derbasî Sûriyeyê dibûn û di qada îstixbaratê da agahî didan rêxistinê, tespît kir.

Ebdilletîf Ebdilqadir Hamrûşê vî bernavî tê zanîn li Qamişloyê di qada elametên îstixbaratê û ewlehiya agahiyê da seranserê salekê perwerdehî da endamên YPG/PKKê û him jî xebitî.

Sîxurekî din ê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb Mihemed Ebdilqadir el-Şehnî jî li ser navê rêxistinê li Sûriyeyê sûîqest kir.

Ehmed Raşîd Mihemed jî di mijara krîptolojî û torên ragihandinê da perwerdehî da endamên rêxistinê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE