Ji NATO û YEyê ji bo Rûsyayê şermezarkirin

Ji NATO û YEyê ji bo Rûsyayê şermezarkirin

NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE), midaxeleya eskerî ya Rûsyayê ya dijî Ukraynayê şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî ku Rûsyayê li dijî Donbasa li rojhilatê Ukraynayê operasyona eskerî ya taybet da destpêkirin, daxuyaniyek weşand.

Stoltenberg diyar kir ku Rûsyayê jiyana sivîlên bêhejmar kir xetereyê û wiha got, "Ez êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê ya belasebeb û bêberpirsiyarî şermezar dikim."

Stoltenberg got, digel hişyarî û bangewaziyên dîplomasiyê, Rûsyayê careke din jî li dijî welatekî serwer û serbixwe, rêya êrîşkariyê da ber xwe û wiha dewam kir:

"Êrîşa Rûsyayê binpêkirineke cidî ya hiqûqa navneteweyî ye û ji bo ewlekariya Ewropa-Atlantîkê gefeke mezin e. Ez bangî Rûsyayê dikim ku hereketa eskerî demildest rawestîne û rêzê nîşanî serwerî û yekîtiya xaka Ukraynayê nîşan bide."

Stoltenberg bal kişand, di vê dema tirsnak da ew li cem gelê Ukraynayê ne, mitefiqên NATOyê ji bo nîqaşkirina encamên çalakiyên êrîşkarane yên Rûsyayê dê bicivin û wiha got, "NATO ji bo berevanî û parastina hemû mitefiqan çi pêwîst dike dê bike."

Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen, Serokê Konseya YEyê Charles Michel, Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola û Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derva û Polîtîkaya Ewlekariyê ya YEyê Josep Borrell daxuniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em êrîşa Rûsyayê ya nemeşrû ya dijî Ukraynayê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê da hat balkişandin, li Ukraynayê jin, mêr û zarokên bêguneh rastî êrîşeke belasebeb hatin û ji bo jiyana xwe ditirsin û wiha hat gotin, "Em ê Kremlînê berpirsiyar bibînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE