Ji NATOyê bo hikûmeta Libyayê sînyala alîkariyê

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg der barê ambargoya çekan ya li ser Libyayê de axivî.

Ji NATOyê bo hikûmeta Libyayê sînyala alîkariyê

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg der barê ambargoya çekan ya li ser Libyayê da wiha got: "Ev nayê wê meneyê hikûmeta Fayiz es-Serac ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) va tê naskirin û hêzên ji hêla Hefter va tên îdarekirin mîna hev tên hesibandin. Loma jî NATO amade ye destekê bide hikûmeta Trablusê."

Jens Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya da rojanameya La Repubblicayê ku li Îtalyayê yek ji rojnameyên tîraja wê zêde ye, li ser pirsa Tirkiye her çiqas endamên NATOyê be li Behra Sipî, Sûriye û Libyayê li gor rojeva xwe hereket dike wiha got: "Di NATOyê da em 30 şirîk in û di gelek mijaran da dibe ku pozîsyonên me cuda bin, lê Enqere şirîkekî girîng e. Em li Libya û Sûriyeyê destekê didin hewldanên peymana aştiyê yên NYê. Li Libyayê ambargoyeke çekan ku divê hemû teref li gor wê hereket bikin. Ev nayê wê meneyê hikûmeta Fayiz es-Serac ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) va tê naskirin û hêzên ji hêla Hefter va tên îdarekirin mîna hev tên hesibandin. Loma jî NATO amade ye destekê bide hikûmeta Trablusê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE