Ji Netanyahu peyama êrîşên dijî Xezeyê dê bidomin

Serokwezîrê Îsralê Binyamin Netanyahu: "Min emir da artêşa Îsraîlê ku êrîşên xwe yên berfireh ên dijî komên li Xezeyê bidomînin"

Ji Netanyahu peyama êrîşên dijî Xezeyê dê bidomin

Serokwezîrê Îsralê Binyamin Netanyahu diyar kir, êrîşên ku artêşa Îsraîlê duh li dijî Xezeya dorpêçkirî da destpêkirin, dê bidomin.

Netanyahu di daxuyaniya xwe ya berî civîna kabîneyê da li ser rageşiya li Xezeyê nirxandinên xwe anîn ziman.

Netanyahu ji ber rageşiya ku gur dibe, Hemas û Cihada Îslamî tawanbar kirin û îdia kir ku komên Filistînî berdêleke giran dan.

Netanyahu diyar kir ku wî telîmat da, ji bo ku hêzên Îsraîlê yên li nêzîkî sînorê Xezeyê bên teqwiyekirin û wiha got, "Min emir da artêşa Îsraîlê ku êrîşên xwe yên berfireh ên dijî komên li Xezeyê bidomînin."

Artêşa Îsraîlê bi hinceta roketên ku ji Xezeyê hatin agirkirin, ji duh va li dijî Xezeyê êrîşan dike. Di daxuyaniya artêşê da hatibû destnîşankirin ku ji duh serê sibê vir va 220 hedefên Hemas û Cihada Îslamî yên li Xezeyê bûn armanc.

Di daxuyaniyê da herwiha hatibû destnîşankirin ku ji duh vir va bi destê komên Filistînî yên li Xezeyê ber bi milê Îsraîlê ji 430î zêdetir roket hatin agirkirin, lêbelê beşeke mezin a van roketan ji aliyê pergala parastina asîmanî "Qubeya Hesin" a Îsraîlê hatin jinavbiirin.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê jî diyar kiribû ku di êrîşên Îsraîlê da 7 Filistînî ku di navê da dergûşeke keç a 14 mehî û diya wê jî hene şehîd bûn û 65 kes jî birîndar bûn.

Ji ber roketên ku hatin agirkirin jî Îsraîliyek hatibû kuştin, du kes jî birîndar bûbûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE