Ji Neteweyên Yekbûyî banga piştevaniya bo Turkiyeyê

Neteweyên Yekbûyî: Di mijara penaberên Sûriyeyî da piştevaniya didin Turkiyeyê divê bê zêdekirin

Ji Neteweyên Yekbûyî banga piştevaniya bo Turkiyeyê

 Neteweyên Yekbûyî (NY) bangî civaka navneteweyî kir ku bila di mijara penaberên Sûriyeyî da piştevaniya didin Turkiyeyê bidomînin û zêdetir bikin.

Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) Babar Baloch di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa Cenewreyê ya NYê hat kirin da der barê Tirkiye û sivîlên Sûriyeyî yên li Îdlibê da daxuyanî da.

Li ser pirsa nûçegihanê AAyê Baloch bi bîr xist ku Tirkiye ji bo 3,6 milyon Sûriyeyiyan mazûvaniyê dike û got ku Tirkiye jî di nav da wan bangî welatên cîranên Sûriyeyê kirin û xwestin ku bila sivîlên ji Sûriyeyê tên qebûl bikin û wiha domand: "Em ji ber vê jî vê bangewaziya xwe awayê ku civaka navneteweyî jî eleqedar bike berfireh dikin. Piştevaniya didin Turkiyeyê divê dewam bike, ew bê zêdekirin û bi lez û bez bi cih bê anîn."

Der barê nûçeyên ku dibêjin ji bo penaberên Sûriyeyî bikaribin bi hêsanî derbasî welatên Ewropayê bibin Turkiyeyê deriyên xwe yên sînor vekiriye da jî Baloch got: "Di vê mijarê da agahiyeke ku gihîştibe ber destê me tuneye. Raporeke nîşan dide ku li ser xeta sînor jî tevger zêde bûne nehatiye ber me."AA

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2020, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE