Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres di rapora DEAŞê ya ku pêşkêşî Konseya Ewlehiya NYyê kir da wiha got: "DEAŞ li Iraq û Sûriyeyê bû şaxeke weşartî, tehdîda wê ya kurewî dewam dike."
Antonîo Guterres der barê DEAŞê da raporek amade kir û pêşkêşî Konseya Ewlehiya NYyê kir, lê rapor hê nehatiye weşandin.
Di raporê da Guterres wiha got: "DEAŞ li Iraq û Sûriyeyê bû şaxeke weşartî, tehdîda wê ya kurewî dewam dike. Şervanên biyanî yên hatin berdan vedigerin, cihê xwe diguherînin ku ev jî tehdîdê zêde dike."
Hat gotin Ebûbekir el-Bexdadî hê DEAŞê bi rê va dibe, lê rêvebirên payebilind ên rêxistinê belav bûne û milîtanên li Sûriyeyê jî ji bo alîkariyê dişînin Iraqê.
Di raporê da hat gotin navenda çalakiyên rêxistinê Iraq û Sûriye ye û tê payîn DEAŞ wê demên pêş êrîşan bike.
Der barê şervanên biyanî yên hatine berdan da jî hat gotin ew wek berê ji nû va aktîf tevdigerin, jinên radîkalîze bûne û zarokên travma derbas kirine jî dibe ku bibin tehdîd.
Ji bo çavkaniya aboriyê ya DEAŞê da jî hat gotin rêxistin dikare xwe bigihîne çavkaniyeke 30-50 milyon dolarî.
Di raporê da wiha hat gotin: "Li Iraq û Sûriyeyê jê 3 hezar şervanên biyanî qasî 14 û 18 hezar şervan hene. Wisa tê texmînkirin li Iraqê qasî 3 hezar milîtanên aktîf hene."
AA