Ji Îngiltereyê daxuyaniya "madeya tedbîrê"

David Liddingtonê Alîkarê Serokwezîrê Îngiltereyê yê fiêlî : "Di peymana Brexitê da me guhertinên qanûnî bi dest xistin"

Ji Îngiltereyê daxuyaniya "madeya tedbîrê"

David Liddingtonê Alîkarê Serokwezîrê Îngiltereyê yê fiêlî ragihand di mizakereyên ku di navbera welatê wî û Yekîtiya Ewropayê (YE) da dewam dikin da wan der heqê "madeya tedbîrê" ya nîqaş li ser heye da guhertinên li gor qanûnê bi dest xistin.

Liddington di Kamaraya Avamê ku bineşaxa parlamentoya Îngiltereyê ye da axivî û wiha got, "Di peymana Brexitê da me guhertinên qanûnî bi dest xistin."

Liddington destnîşan kir, li gor guhertinên ku hikûmetê bi dest xistin, wê pêşî li ber YEyê were girtin ku YE "madeya tedbîrê" bi kar neyne û Îngiltereyê di pêvajoya mizakereyê da mehsûr nehêle. Liddington got ku heke YE bi niyeteke wiha tevbigere, wê pêşî li ber vebe ku mijar here ber destê hakemtiya serbixwe.

Liddington daxuyand ku Îngiltere û YE ji bo ku "madeya tedbîrê" di berfanbara 2020î da ji rewacê rabe, li ser mekanîzmayeke hevpar jî li hev kir.

- Madeya tedbîrê

"Madeya tedbîrê" ji bo ku piştî Brexitê sînorekî fîzîkî nekeve navbera Îrlandaya Bakur û Komara Îrlandayê hatibû formulekirin. Îrlandaya Bakur perçeya Îngiltereyê ye, Komara Îrlandayê jî endamê YEyê ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE