Ji NYyê banga destpêkirina hevdîtinên nukleerê

Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê bang kir ku bira hevdîtinên nukleerê yên di navbera Amerîka û Pyongyangê da dîsa bidin destpêkirin

Ji NYyê banga destpêkirina hevdîtinên nukleerê

Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî ku Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk a teze ceriband bang kir ku bira hevdîtinên nukleerê yên di navbera Amerîka û Pyongyangê da dîsa bidin destpêkirin.

Farhan Haqê ji berdevkên Sekreterê Giştî yê NYyê di birîfînga çapemeniyê ya rojane da got ji ber ku Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk a teze ceriband di nav fikarê da ne.

Haq diyar kir ku Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê bang kir ku bira hevdîtinên nukleerê yên di navbera Amerîka û Pyongyangê da dîsa bidin destpêkirin.

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di hezîrana borî da bi Kim Jong-unê Serokê Koreya Bakur ra li "herêma bêçek" a di navbera Bakur û Başûr da hatibû ba hev herdu serok mitabiq mabûn ku hevdîtinên nukleerê yên di navbera herdu welatan da dîsa bidin destpêkirin.

- Koreya Başûr diyar kiribû ku Koreya Bakur fuze ceriband

Di daxuyaniya Sererkaniya Koreya Başûr da hatibû destnîşankirin ku ber destê sibê li Wonsana li rojhilatê Koreya Bakur 2 fuzeyên menzîlkin hatin avêtin.

Di daxuyaniyê da hatibû gotin ku fuze li gor saeta herêmî di saet 05.34 û 05.57an da hatin avêtin, fuze 50 kîlomêtre bilind bûn, yek 430 kîlomêtre ya din jî 690 kîlomêtre menzîl çû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE