Ji NYyê bo Amerîkayê banga "Ambargoya li ser Kubayê rake"

Ji NYyê bo Amerîkayê banga "Ambargoya li ser Kubayê rake"

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara pêşniyazê bi piraniyeke mezin va pesend kir ku bang li Amerîkayê dike, dawiyê li ambargoya 61 salan a dijî Kubayê bîne.

Di dengdayina ku îsal li Lijneya Giştî ya 29emîn hat kirin da ji 193 welatên endamên NYyê jê 184an di berjewendiya biryara bidawîkirina ambargoyê da deng dan.

Amerîka û Îsraîlê dengê "nexêr" dan û her wiha Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Kolombiya û Ukrayna beşdarî dengdayînê nebûn.

Biryarên Lijneya Giştî ya NYyê îradeya civaka navneteweyî nîşan didin, ne ku ferziyet û mecbûriyetekê li ser aliyan dike.

Rêveberiya Amerîkayê ji 19ê Cotmeha 1960î vir va li dijî Kubayê ambargoya aborî, bazirganî û fînansî disepîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE