Komek parlamenterên Meclisa Iraqê ji bo rakirina parêzbendiyên hêzên Amerîka û hêzên biyanî yên li welêt, îmze berhev kirin.
Parlamenteran ji bo rakirina parêzbendiyên hêzên Amerîka û hêzên biyanî xwestin ku qanûnek were derxistin û 60 îmzeyên ku berhev kirin da Serokatiya Meclisê û Serokomariyê.
Hat gotin ku parlamenterên îmze dane şîe ne û di Meclisê da girêdayî komên cuda ne.
Meclisa Iraqê çendek berê jî biryar dabû ku hêzên Amerîka û yên din ên biyanî ji welêt werin derxistin.AA