Ji parlamenterên Îranê li dijî Amerîkayê protesto

Serokê Meclisa Îranê Elî Laricanî û parlamenteran ji bo protestokirina Amerîkayê unîformaya Pasdarên Şoreşê li xwe kirin

Ji parlamenterên Îranê li dijî Amerîkayê protesto

Serokê Meclisa Îranê Elî Laricanî û parlamenterên Îranî ji bo protestokirina Amerîkayê unîformaya Pasdarên Şoreşê li xwe kirin û wisa hatin meclisê.

Parlamenterên Îranê unîformaya artêşa Îranê li xwe kirin û bertek nîşanî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ku Artêşa Pasdarên Şoreşê (APŞ) kir nava lîsteya "rêxistinên terorê yên biyanî" da.

Parlamenter û Laricanî bi unîformaya Pasdarên Şoreşê va beşdarî rûniştina meclisê bûn. Îro li Îranê di heman demê da Roja Artêşa Pasdarên Şoreşê ye.

Laricanî di destpêka rûniştina Lijneya Giştî da axivî û diyar kir ku APŞyê li herêmê derbeya herî xedar li talûkeya terorê daye û wiha dewam kir, "Em ê li ser piştevaniya temamê APŞyê berdewam bin. Li gorî me hikûmeta Amerîkayê û hêzên wê yên çekdar sembola eskerî û ekonomîk a terorîzma navneteweyî ye."

Laricanî diyar kir ku Serokê Amerîkayê Trump li xwe mukir hat ku di damezirandin û xurtkirina komên terorîst ên wekî DEAŞê da hikûmeta Amerîkayê rol leyîst û wiha xîtabî Trump kir, "Te qey ji bîr kiriye ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê got ku welatê wî, rêxistina terorê DEAŞ derxist meydanê. Tu yan tûşî nexwşiya bêbîriyê bûyî an jî tu ji hedê xwe der, bêperwa yî."

Laricaniyê ku Serokê Amerîkayê bi diziyê tawanbar kir, wiha got, "Trump xwe serbilind dihesibîne ku di civîna Riyadê da ji 100 milyar dolarî zêdetir pere xesb kir. Hûn dewleteke diz in û we bixwe ev madalyon bi sîngê xwe va kir."

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh ragihandibû ku Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê li lîsteya Amerîkayê ya "rêxistinên terorê yên biyanî" hat zêdekirin.

Li hemberî vê yekê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ragihandibû ku wan jî Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li lîsteya rêxistinên terorê zêde kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE