Ji PDKyê daxuyanî: Xelqê Herêma Kurdistanê di rûyê PKKyê da berdêlên giran dan

Polîtburoya PDKyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku PKK xwe wek xwediyê herêmê dibîne û canê wê li ku derê bixwaze wê derê wek malê xwe dihesibîne û di ser da jî pêçiya xwe di nav kar û barên navxweyî yên HKIyê da dike.

Ji PDKyê daxuyanî: Xelqê Herêma Kurdistanê di rûyê PKKyê da berdêlên giran dan

Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Iraqê (PDK) ya di bin rêveberiya Mesûd Barzanî da bi bîr xist ku welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji ber hebûna PKKyê ya li herêmê cirmên mezin dan.

PDKyê di çarçoveya têkoşîna li hemberî şewba vîrusa koronayê ya bi tîpa nû da li herêma "Zînê Werte"ya nêzî Qendîlê Pêşmerge bi cih kir. Lê PKKyê bertek nîşan da û ew sûcdar kir û PDKyê jî li ser vê daxuyanî weşand.

Polîtburoya PDKyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku PKK xwe wek xwediyê herêmê dibîne û canê wê li ku derê bixwaze wê derê wek malê xwe dihesibîne û di ser da jî pêçiya xwe di nav kar û barên navxweyî yên HKIyê da dike.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku PKK canê wê li kê derê bixwaze li wê derê bi cih bûnê ji xwe ra wek heq dibîne lê rayeyên ku hikûmeta HKIyê xwedî ye û li ser axa xwe disepîne, qebûl nake.

Hat gotin ku PKK bi tevgerên xwe yên berê jî û bi yên niha va jî radixe holê li herêmê bi tenê ji bo derxistina şer bi kêr tê û hat destnîşankirin ku rêxistinê tu carî rêzê nîşanî jiyana gelê HKIyê, pêşeroja wan, ewlehiya wan, serdestiya wan û saziyên wan neda.

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku ji ber tevgerên PKKyê yên berê bi sedan gund xerabûn û bi hezaran welatî jî hatin kuştin.

Daxuyanî wiha dewam kir: "Xelqê HKIyê di rûyê PKKyê da him ji hêla madî û him jî ji ya mirovahî da berdêlên giran dan."

Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe da got ku ew Pêşmergeyên li herêma Zînê Werteyê ji ber qaçaxçiyên ji alî Îranê tên, hatin bicihkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE