Ji Pentagonê bo eskerên ku di qezaya firokeyê ya li Tatvanê da şehîd bûn peyama sersaxiyê

"Ji bo eskerên mirin serê Türkiyeya ku mitefîqê me yê NATOyê ye, sax be û em ji eskerên birîndar ra şifa xêrê dixwazin"

Ji Pentagonê bo eskerên ku di qezaya firokeyê ya li Tatvanê da şehîd bûn peyama sersaxiyê

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ji bo eskerên Türkiyeyê yên ku hefteya çûyî li Tatvana navçeya Bitlisê di qezaya firokeya eskerî da şehîd bûn, peyama serxweşiyê weşand.

Kirby li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir, Pentagon ji bo eskerên ku hefteya çûyî di qezeya firokeyê da mirin, xemgîn e.

John Kirby di parvekirina xwe da hesabê Twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî jî etîket kir û wiha got, "Ji bo eskerên ku mirin serê Türkiyeya ku mitefîqê me yê NATOyê ye, sax be û em ji eskerên birîndar ra şifa xêrê dixwazin."

Firokeya eskerî ku ji Bîngolê rabûbû, di 4ê adarê da li Tatvana navçeya Bitlisê qeza kiribû û ketibû. Ji eskerên ku di firokeyê da bûn 11 esker şehîd bûbûn, 2 esker birîndar bûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE