Ji Pentagonê bo parastina bernameyên parastinê daxwaza "veşartîbûnê"

Pentagonê ji bo parastina bernameyên parastinê ji Kongreyê daxwaza "veşartîbûnê" kir

Ji Pentagonê bo parastina bernameyên parastinê  daxwaza "veşartîbûnê"

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Kongreyê xwest ku şertê ji bo qamuyê eşkerekirina daneyên bernameyên parastinê yên pênc salî bên rakirin û daxwaz kir ku ev dane bila êdî hember dewletên reqîb ên wekî Çîn û Rûsyayê veşartî bên girtin.

Li gor belgeya hat diyarkirin ku Federasyona Zanyarên Amerîkayî ragihandiye çapemeniyê hat gotin ku "Wezaret dikeve fikarê ku bi awayekî eşkere ji qamuyê ra vekirî weşandina daneyên Bernameya Parastina Salên Bê (FYDP) bivênevê dê agahiyên hesas jî derxîne holê."

Di belgeyê da hat destnîşankirin ku reqîb û neyarên Amerîkayê dikarin ku ji ser daneyên hatine weşandin planên stratejîk û bernameyên Pentagonê yên der barê pêşxistina çekan, pêkhateya hêzan da tesbît bikin.

Tê îdiakirin ku artêşa Amerîkayê di pêvajoya li pêşiya me da dê li ser pergalên çekan ên ku dê bibin sedema nîqaşan bixebite û ji bo ku ev veşartî bimîne hewcedariya wê bi daxwazeke wiha çêbûye.

Pentagon ji sala 1989an vir va her sal raporeke der barê bernameyên parastinê da ya ku tê da bi berfirehî hemû daneyên der barê ekîpman, pêkhateya hêzan, pergalên çekan ên ku ji bo pênc salên li pêş pêşkêşî Kongreyê dikir.

Ev rapor di heman damê da ji raya giştî jî ra jî dihat eşkerekirin.

Lêbelê hat dîtin ku Pentagonê wek hincet nîşan da ku ev agahiyên ku di çarçoveya qanûnê da ji raya giştî ra tên eşkerekirin dibe ku bi destê dewletên reqîbê Amerîkayê bên analîzkirin û dijî Amerîkayê bên bikaranîn ji Kongreyê xwest ku şertê parvekirina bi raya giştî ra bê rakirin.

Amerîkayê piştî ku ji Peymana Hêzên Nukleer ên Bi Menzîla Navîn vekişiya bernameya pêşxistina fuzeyên nukleer ên tesîra wan kêm dabû destpêkirin û demek berê eşkere kiribû ku ev fuze li binderyayan bi cî kirine.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE