Ji Pentagonê daxuyaniya êrîşa Îranê

Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper: “Ji sê herêmên Îranê duh bişev 16 fuzeyên ku li gor tesbîta me yên kinmenzîl in, avêtin 2 baregehên ku eskerên Amerîka û koalîsyonê lê ne. 11 fuze li baregeha el-Esedê, fuzeyek jî li baregeha Hewlêrê ket"

Ji Pentagonê daxuyaniya êrîşa Îranê

Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper diyar kir, ji 3 herêmên Îranê 16 fuze avêtin 2 baregehên ku eskerên Amerîkayê lê bûn, fuzeyan zirar da depo, otopark, pîstên texsiyan û firokeyekê, lê tiştek bi kesî nehat.

Esper, Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Mark Milley, Meclisa Nûneran û endamên Senatoyê civiyan û paşê li Pentagonê daxuyanî dan çapemeniyê.

Mark Esper got, "Ji sê herêmên Îranê duh bişev 16 fuzeyên ku li gor tesbîta me yên kinmenzîl in, avêtin 2 baregehên ku eskerên Amerîka û koalîsyonê lê ne. 11 fuze li baregeha el-Esedê, fuzeyek jî li baregeha Hewlêrê ket. Li baregeha el-Esedê hin depo, pîstên texsiyê, otopark û firokeyekê xesar dît. Tiştek bi kesî nehat. Ji koalîsyon, Amerîka, hêzên dost an jî ji peymaniyan tiştek bi kesî nehat."

Esper bersiv neda pirsên wek beriya êrîşê Amerîka û Iraq hatin agahdarkirin an na û diyar kir ku fuze hema wisa nehatine avêtin, saya pergala hişyariya pêşda tesîra êrîşê kêm çêbû.

Esper diyar kir, divê meriv milîsên şîe û Îranê ji hev cihê binirxîne û wiha dewam kir, "Dibe ku komên milîs ên şîe di paşerojê da dijî hebûna me hin gavên siyasî an jî eskerî bavêje."

Sererkan Orgeneral Milley jî wiha got, "Li gor dîtina min û xesara ku hatiye dayîn, êrîş bi niyeta ku xesarê bide mal û can hat kirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Çile 2020, 11:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE