Ji Peskov daxuyaniya li ser S-400an

Peskov li paytext Moskovayê ji rojnamegeran ra qala teklîfa Tirkiyeyê ya bi Amerîkayê ra avakirina koma xebatê ya ji bo mijara kirîna S-400î kir.

Ji Peskov daxuyaniya li ser S-400an

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji bo teslîmkirina pergalên parastina esmanî S-400î wiha got, "Bi şirîkên me yên Tirk ra karê me ew e ku em peymana teslîmata S-400î bisepînin û jixwe em vê gavê di qonaxa teslîmkirinê da ne."

Peskov li paytext Moskovayê ji rojnamegeran ra qala teklîfa Tirkiyeyê ya bi Amerîkayê ra avakirina koma xebatê ya ji bo mijara kirîna S-400î kir. 

Peskov li ser pirsa "Tirkiye wê ji bo kirîna S-400î bi Amerîkayê ra komeke xebatê ava bike, gelo hûn di vê mijarê da hatin agahdarkirin an na?"yê wiha got: 

"Hewce nake ku Enqere me agahdar bike. Lewra ev meseleya me nîne. Bi şirîkên me yên Tirk ra karê me ew e ku em peymana teslîmata S-400î bisepînin û jixwe em vê gavê di qonaxa teslîmkirinê da ne. Tirkiye dikare planên xwe bi welatên din ra îstişare bike."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî bi têlefonê Serokê Amerîkayê Donald Trump ra axivîbû û teklîfa seba mijara pergala parastinê ya S-400î ku li gor planê wê ji Rûsyayê were kirîn, avakirina komeke xebatê dubare kiribû. AA

Dîroka nûkirinê: 05 Hezîran 2019, 15:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE