Ji Pompeo daxuyaniya "Kaşikçi"

"Em bangî rêveberiya Erebistana Siûdî dikin ku piştgiriyê bide lêpirsîna der heqê serwendabûna brêz Kaşikçi da û herwiha di warê encamên vê lêpirsînê da jî zelal û eşkere be"

Ji Pompeo daxuyaniya "Kaşikçi"

 Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo bangî rêveberiya Erebistana Siûdî kir ku piştgiriyê bide lêpirsîna der heqê serwendabûna rojnameger Cemal Kaşikçi da û herwiha di warê encamên lêpirsînê da jî zelal û eşkere be.

Wezîr Pompeo di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku wan, nûçeyên ku tê da nankokî hene û destnîşan dikin bê ka rojnamegerê Siûdî û nivîskarê Washington Postê Cemal Kaşikçi li kuderê ye û çarenivîsa wî çi ye, dîtin.

Pompeo diyar kir ku Amerîka ji ber wendabûna Kaçikçi bifikar e û wiha dewam kir, "Peywirdarên Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê der heqê mijarê da ji ser qanalên dîplomatîk ra bi Erebistana Siûdî ra diaxivin. Em bangî rêveberiya Erebistana Siûdî dikin ku piştgiriyê bide lêpirsîna der heqê serwendabûna brêz Kaşikçi da û herwiha di warê encamên vê lêpirsînê da jî zelal û eşkere be."

Kaşikçi ku piştgiriyê dide rojnameya Al Watan a ku ji bo reformxwazên Siûdî platformeke girîng e û herwiha di rojnameya Washington Postê da jî nivîsan dinivîse, sêşema çûyî seba miemeleyên fermî çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî li Stenbolê û paşê serwenda bûbû.

Dîroka nûkirinê: 09 Cotmeh 2018, 09:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE