Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê li ser bi destê Tirkiyeyê ji Rûsyayê kirîna S-400a sîstema parastina hewayê got, "Dibe ku mueyîdeyên ji vê zêdetir werin. Ya rastî em dixwazin S-400an çalak nekin, armanca me ev e."
Pompeo ji bo bi destê Tirkiyeyê ji Rûsyayê kirîna S-400a sîstema parastina hewayê da daxuyanî da kanala Amerîkan Bloombergê û mijar nirxand.
Pompeo destnîşan kir ku nirxandina mijarê hê dewam dike, çalakirina S-400a Tirkiyeyê teslîm hilda jî wekî "tiştekî ku nayê qebûlkirin" nirxand.
Pompeo got pêşiyê Tirkiyeyê ji bernameya F-35a teyareya şer derxistin û wiha pê da çû: "Dibe ku mueyîdeyên ji vê zêdetir werin. Ya rastî em dixwazin S-400an çalak nekin, armanca me ev e."
Pompeo got demeke dirêj e ji Enqereyê ra qalê dikin ku S-400 û F-35 li hev nayên û got, "Qismeke vê sîstemê (S-400) teslîm hildan. Em dixwazin ku bira Tirk vê carekê dîsa binirxînin."
- "Qezenc bike-qezenc bike"
Lindsey Grahamê ji senatorên biqidem ê Partiya Komarparêz jî der barê mijarê da li ser Twitterê daxuyaniya nivîskî da.
Grahama di daxuyaniya xwe da wiha got:
"Heke Tirkiye S-400ê çalak bike di encama wê da dibê rêyekê bibînin ku zirarê nede têkiliyên me. Em di mijara Tirkiyeyê da li rêya qezenc bike-qezenc bikeyê digerin, li rêya bide der- bide derê nagerin. Hêviya min ew e ku bi Tirkiyeyê ra Paymana Bazirganiya Serbest mizakere bikin û têkiliyên ji berê baştir dayin. Ev ê aboriyên me qewîn bike û ji bo herdu gelan jî were meneya qezenc bike-qezenc bikeyê."
AA