Ji Pompeo li ser kuştina Silêmanî berteka ewil

Pompeoyê Wezîr di peyama xwe ya li ser Twitterê da dîmenên welatiyên Iraqê yên piştî kuştina Silêmanî direqisin û pîrozbahiyê dikin weşand.

Ji Pompeo li ser kuştina Silêmanî berteka ewil

Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê dîmenên şahiya gelê Iraqê ya piştî di êrîşa ji hewayê ya Amerîkayê da kuştina Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê weşand.

Pompeoyê Wezîr di peyama xwe ya li ser Twitterê da dîmenên welatiyên Iraqê yên piştî kuştina Silêmanî direqisin û pîrozbahiyê dikin weşand.

Pompeo di peyamê da wiha got: "Welatiyên Iraqê ji bo azadiyê li kuçe û kolanan direqisin û şikur dikin ku êdî General Silêmanî tune."

Wekî mayîn Donald Trumpê Serokê Amerîkayê hê der barê mijarê da daxuyanî neda, bi tenê li ser hesabê xwe yê Twitterê alaya Amerîkayê parve kir.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kiribû ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê telîmat da, operasyon hat kirin û Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê hat kuştin.

Hin senatorên kuştina Silêmanî pîroz kirin jî ji ber ku haya Kongreyê pê nexist rêveberiya Trump rexne kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE