Ji Pûtîn piştgiriya "Artêşa Ewropayê"

Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got, "Ewropa îttifaq û pêkhateyeke bi hêz a aboriyê ye. Ji ber vê gelekî asayiye ku welatên endam dixwazin di warê bergirî û asayişê de serbixwe û serwer bin."

Ji Pûtîn piştgiriya "Artêşa Ewropayê"

Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got, "Ewropa îttifaq û pêkhateyeke bi hêz a aboriyê ye. Ji ber vê gelekî asayiye ku welatên endam dixwazin di warê bergirî û asayişê de serbixwe û serwer bin. Ez di wê fikrê de me ku di vê dinyaya piralî de ev geşedaneke erênî ye."

Pûtînê ku bi mebesta beşdariya çalakiya 100emîn salvegera xilasbûna Yekemîn Şerê Cîhanê li Parîsê ye, bersiva pirsên Rûssia Today Fransayê da.

Li ser pirsa derbarê "Artêşa Ewropayê" ku di van demên nêzîk de Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dîsan anî rojevê, Pûtîn got, "Ewropa îttifaq û pêkhateyeke bi hêz a aboriyê ye. Ji ber vê gelekî asayiye ku welatên endam dixwazin di warê bergirî û asayişê de serbixwe û serwer bin. Ez di wê fikrê de me ku di vê dinyaya piralî de ev geşedaneke erênî ye."

Pûtîn destnîşan kir Fransa di vê çarçoveyê de xwedî roleke giring e û anî ziman ku fikra artêşa Ewropayê dikare bibe alternatîfeke NATOyê.

- Hevdîtina Trump - Pûtîn ma ji Lûtkeya G-20ê re

Pûtîn bal kişand ser wê yekê ku firsenda wî çêbûye ku ew û Serokê Amerîkayê Donald Trump silavê bidin hev lê hevdîtineke dualî nekirine.

Serokê Rûsyayê tekezî kir ku dê di çarçoveya dema Lûtkeya G-20ê de ya ku biryar e 30ê mijdarê li Arjantînê bê lidarxistin wê digel Trump bicivin.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Mijdar 2018, 09:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE