Ji Putin daxuyaniya 'operasyona eskerî ya taybet'

Putîn: "Em ê di 'operasyona eskerî ya taybet' ya li Ukraynayê da bigihêjin armancên xwe"

Ji Putin daxuyaniya 'operasyona eskerî ya taybet'

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn got tu şik û gumana wan tuneye ku di "operasyona eskerî ya taybet" ya li Ukraynayê da wê bigihêjin armancên xwe.

Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn got  "Em ê di 'operasyona eskerî ya taybet' ya li Ukraynayê da bigihêjin armancên xwe"

Putîn bi wesîleya Roja Kozmonotan ku li Rûsyayê tê pîrozkirin li herêma Amurê bi Aleksandr Lukaşenkoyê Serokomarê Belarusê ra Baregeha Fezayê ya Vostoçniyê ziyaret kir.

Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn di ziyaretê da der barê şerê li Ukraynayê didome da got tu şik û gumana wan tuneye ku di "operasyona eskerî ya taybet" ya li Ukraynayê da wê bigihêjin armancên xwe.

Putîn destnîşan kir wê xwe ji dinyayê îzole nekin û wiha axivî, "Di vê dinyaya modern da tu kes bi awayekî tund nikare bê tecrîdkirin. Em ê bi şirîkên xwe yên ku dixwazin bi me ra di nava têkiliyê da bin bixebitin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE