Ji Putîn ji bona G7ê pêşniyaza Tirkiyeyê

Putîn li Vladîvostoka bajarê Rûsyayê di Foruma Aboriyê ya Rojhilatê da têkiliyên G7ê û Rûsyayê nirxand.

Ji Putîn ji bona G7ê pêşniyaza Tirkiyeyê

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn destnîşan kir Rûsya bi G7ê ra ji bona hevkariyê amade ye û wiha got: "Tirkiyeyê bi kirîna S-400an parastina xwe ya esmanî zexim kir. Ji xeynî Çîn û Hindistanê ji ber rola wê ya navneteweyî û herêmî divê Tirkiye jî di formateke wiha (G7) da hebe." 

Putîn li Vladîvostoka bajarê Rûsyayê di Foruma Aboriyê ya Rojhilatê da têkiliyên G7ê û Rûsyayê nirxand.

Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn diyar kir G7 hê jî formateke kêrhatî ye û got lê li gor fikra min organîzasyoneke ku Çîn û Hindistan di nav da nebin nikare baş kêrhatî be.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn destnîşan kir der barê mijarê da bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra axiviye û wiha got: "Erdogan ji min ra der barê mijarên G7ê eleqedar dikin da got ku çima tu naynî rojevê ku Tirkiye jî di nav vê formatê da be. Tirkiyeyê bi kirîna S-400an parastina xwe ya esmanî zexim kir. Ji xeynî Çîn û Hindistanê ji ber rola wê ya navneteweyî û herêmî divê Tirkiye jî di formateke wiha (G7) da hebe."

Putîn diyar kir piştgiriyê didin dinyayeke piralî û got ku êdî dawî li pêşengiya Rojavayê hatiye. 

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE