Qesra Spî daxuyand ku di axaftina bi têlefonê ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump da ligel rewşa dawîn a li Lîbya û Sûriyeyê, mijarên dawîn ên têkildarê Îranê hatin gotûbêjkirin.
Alîkarê Berdevkê Qesra Spî Judd Deere li ser axaftina Erdogan-Trump daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Deere di daxuyaniya xwe da wiha got, "Herdu serokan rewşa dawîn a li Lîbya û Sûriyeyê û herwiha mijarên xistina balafira Ukraynayê bi destê Îranê û protestoyên li Îranê hatin gotûbêjkirin."
AA