Ji Qesra Spî daxuyaniya Îdlibê

"Em nikarin hemû çalakiyên xerab ên Ûris, Îranî an jî Esed bidin sekinandin, lewra em di wê pozîsyonê da nînin. Li wê derê tiştekî sêhrdar tuneye ku rewşa xerab a wê derê ji holê rake"

Ji Qesra Spî daxuyaniya Îdlibê

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Robert O'Brien ji bo rewşa dawîn a li Îdlibê got: "Divê komkujiyên sivîl ên li Sûriyeyê bisekinin û em ê vê yekê bi dengekî bilind bibêjin û bidomînin, lêbelê ez ne bawer im ku em wek eskerî midaxaleyî Îdlibê bikin."

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî O'Brien beşdarî panela ku li saziya fikr û ramanê ya Atlantic Councilê hat lidarxistin bû û li ser polîtîkaya Amerîkayê ya Îdlib û Sûriyeyê daxuyanî da.

O'Brien îdia kir ku têkiliya navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn diçe û tê û wiha dewam kir: "Divê komkujiyên sivîl ên li Sûriyeyê bisekinin û em ê vê yekê bi dengekî bilind bibêjin û bidomînin, lêbelê ez ne bawer im ku em wek eskerî midaxaleyî Îdlibê bikin."

O'Brien diyar kir, ji bo ku li Sûriye û Îdlibê çareseriyek çêbe ew hewl didin û wê vê hewildana xwe bidomînin û wiha dewam kir: "Rewşa li Îdlibê pir xerab e. Esed aktorekî pir xerab e. Îranî jî aktorekî pir xerab e. Gavên Ûris û Tirkan alîkariya rewşa wê derê nake. Lêbelê em nikarin hemû çalakiyên xerab ên Ûris, Îranî an jî Esed bidin sekinandin, lewra em di wê pozîsyonê da nînin. Li wê derê tiştekî sêhrdar tuneye ku rewşa xerab a wê derê ji holê rake."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE