Ji Qesra Spî daxuyaniya li ser peywendiya Erdogan-Trump

Ji daxuyaniya Qesra Spî:"Herdu lîderan li ser wê yekê li hev kir ku ji bo rojhilatê bakurê Sûriyeyê lêgerîna çareseriyeke mizakerekirî ya ku dê fikarên herdu aliyan jî ji holê rake, divê bê domandin"

Ji Qesra Spî daxuyaniya li ser peywendiya Erdogan-Trump

Qesra Spî ragihand ku di peywendiya Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump da li ser wê mijarê hat lihevkirin ku ji bo rojhilatê bakurê Sûriyeyê, lêgerîna çareseriyeke ku dê fikarên herdu aliyan jî ji holê rake, divê bê domandin.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê der heqê peywendiya Erdogan-Trump da daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Serok Erdogan ji bo welatiyên Amerîkayê ku di êrîşa li Minbicê da jiyana xwe ji dest dan, serxweşî da Serokê Amerîkayê Trump û wiha hat gotin:

"Serok Trump bal kişand ser girîngiya wê yekê ku divê li Sûriyeyê bermamiyên unsurên terorê bên têkbirin. Herdu lîderan li ser wê yekê li hev kir ku ji bo rojhilatê bakurê Sûriyeyê lêgerîna çareseriyeke mizakerekirî ya ku dê fikarên herdu aliyan jî ji holê rake, divê bê domandin. Herdu lîder herwiha li ser wê mijarê jî rawestiyan ku berfirehkirina peywendiyên bazirganiyê yên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da ji bo herdu welatan jî sûd û mefaya xwe heye."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Çile 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE