Ji Qesra Spî der barê hevdîtina Erdogan-Trump da daxuyanî

Qesra Spî: "Tirkiye wê di demeke nêzîk da li hemberî bakurê Sûriyeyê ya ku demeke dirêj e plan dike gavan biavêje. Hêzên Çekdar ên Amerîkayê wê piştgiriyê nedin vê operasyonê û tevî vê operasyonê nebin."

Ji Qesra Spî der barê hevdîtina Erdogan-Trump da daxuyanî

Qesra Spî der barê operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî bakurê Sûriyeyê da daxuyaniyek da û wiha got: "Tirkiye wê di demeke nêzîk da li hemberî bakurê Sûriyeyê ya ku demeke dirêj e plan dike gavan biavêje. Hêzên Çekdar ên Amerîkayê wê piştgiriyê nedin vê operasyonê û tevî vê operasyonê nebin."

Di daxuyaniya Qesra Spî da hat gotin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê axivîne û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Tirkiye wê di demeke nêz da li hemberî bakurê Sûriyeyê ya ku demeke dirêj e plan dike gavan biavêje. Hêzên Çekdar ên Amerîkayê wê piştgiriyê nedin vê operasyonê û tevî vê operasyonê nebin."

Hat gotin Hêzên Amerîkayê yên ku DEAŞ têk birin êdî rasterast wê li van herêman nesekinin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Amerîka zextê li ser Fransa, Almanya û welatên din ên Yekîtiya Ewropayê dike ku ew welatiyên xwe yên beşdarî refên DEAŞê bûne paşve hildin, lê ev welatiyên xwe naxwazin. Hat gotin Amerîka jî nikare bi salan van mirovan di destê xwe da bigre.

Herî dawîn wiha hat gotin: "Ji vir şûn da şervanên DEAŞê yên ku li herêmê 2 salên dawîn in Amerîkayê ew girtibûn êdî Tirkiye berpirsyar e."

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE