Ji Qesra Spî derbarê axaftina Erdogan-Trump de daxuyanî

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders derbarê peywendiya telefonî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Ji Qesra Spî derbarê axaftina Erdogan-Trump de daxuyanî

Qesra Spî derbarê peywendiya telefonî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de nirxandina "Serok (Trump) derheqê bakurê rojhilatê Sûriyeyê fikarên Tirkiyeyê berçav girt û xwesteka xwe ya ku dixwaze digel wê (Tirkiyeyê) bixebite anî ziman."

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders derbarê peywendiya telefonî ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Sandersê ragihand ku di peywendiya telefonî ya di navbera Erdogan û Trump de tevî vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê têkiliyên dualî jî hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya Qesra Spî de wiha hat gotin:

"Herdu serokan mijarên weke vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê û di vê demê berdewamiya hevkariyê (di navbera herdu welatan de) têkiliyên dualî û hevkariya di siberojê de gotûbêj kirin. Serok (Trump) derheqê bakurê rojhilatê Sûriyeyê fikarên Tirkiyeyê berçav girt û xwesteka xwe ya ku dixwaze digel wê (Tirkiyeyê) bixebite anî ziman. Di heman demê de behsa Kurdan (ên Sûriyeyê) û hêzên HSDê hat kirin ku pêdivê Tirkiye li hember wan bi xirabî tevnegere."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê roja sêşembê Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford û Sererkanê Tirkiyeyê Yaşar Guler bicivin û behsa hevkariya li Sûriyeyê bikin.AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 15:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE