Ji Qeterê bo Xezeyê alîkariya bilez a neqdî

Serokê Komîteya Jinûva Avadaniya Xezeyê ya Qeterê Mihemed el-Îmadî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku ji bo malbatên kesên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin û ji bo yên ku malên wan hilweşiyan, alîkariya bilez a neqdî hat berhevkirin.

Ji Qeterê bo Xezeyê alîkariya bilez a neqdî

Qeterê ji bo malbatên Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin, alîkariya bilez a neqdî şand.

Serokê Komîteya Jinûva Avadaniya Xezeyê ya Qeterê Mihemed el-Îmadî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku ji bo malbatên kesên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin û ji bo yên ku malên wan hilweşiyan, alîkariya bilez a neqdî hat berhevkirin.

Îmadî destnîşan kir, alîkarî dê bi qasî 150 malbatên li herêmên cuda yên Xezeyê bên belavkirin û her wiha Qeter alîkariyên xwe didome da ku pirsgirêkên Filistîniyên li Xezeyê kêm bibin û pêdawîstiyên wan bên dabînkirin.

Li Xezeya ku Îsraîl ji 10ê Gulanê vir va ji asîman û bejayê lê dide, rewş girantir dibe. Di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da heta niha 52 jê zarok, 31 jê jin bi tevahî 181 kes hatin kuştin, 1225 kes birîndar bûn, bi dehan avahî jî bi temamî rûxiyan an jî êdî nayên bikaranîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE