Ji Îranê bo Erebistana Siûdî: "aştiyeke mezin mimkun e"

Husameddîn Aşînayê Şêwirmendê Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê destnîşan kir mimkun e ku di navbera Erebistana Siûdî û Îranê da aştiyeke mezin çêbe.

Aşînayê wezîfeya Serokatiya Navenda Lêkolînên Stratejîk ya Serokomariya Îranê jî dike li ser hesabê xwe yê Twitterê piştî êrîşa dijî Saudî Aramcoya şirketa neftê ya neteweyî ya Erebistana Siûdî ji bona rageşiya di navbera Îran, Amerîka û Erebistana Siûdî da diyar kir mimkun e ku di navbera Erebistana Siûdî û Îranê da aştiyeke mezin çêbe.

 Husameddîn Aşîna di peyama xwe da wiha got: "Hemû hewldanên eskerî yên Amerîkayê wê li herêmê bibe sedema şerekî mezin. Heger Siûdî rêyeke din bidin ber xwe dikarin (bi Îranê ra) aştiyeke mezin çêkin."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE