Îranê îdia kir ku di êrîşa li Iraqê bi moşekên balîstîk dijî Baregeha Esmanî ya Eyn el-Esed ya Amerîkayê da herî kêm 80 eskerên Amerîkayê hatine kuştin.
Televizyona dewletê ya Îranê li gor agahiyên ji çavkaniyên Artêşa Mihafizên Şoreşê hildane û îdia kir ku di êrîşa li Iraqê bi moşekên balîstîk dijî Baregeha Esmanî ya Eyn el-Esed ya Amerîkayê da herî kêm 80 eskerên Amerîkayê hatine kuştin.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin 104 noqteyên Amerîkayê di hedefa Îranê da ne û heger Washington gavên nû biavêje wê dijî wan jî êrîş bên kirin.
Wek mayîn Press TVya kanala nûçeyan ku bi Îngilizî weşanê dike û girêdayî televizyona dewletê ya Îranê ye diyar kir ku nekarîne îdiaya kuştina 80 eskerên Amerîkayê piştrast bikin.