Ji raportora NYyê banga Myanmarê

Yanghee Leeya Raportora Taybet a Myanmarê ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî piştî ku rapora xwe li ser mijarên mafên mirovan pêşîkêşî Lijneya Giştî ya NYyê kir civîna çapemeniyê li dar xist

Ji raportora NYyê banga Myanmarê

Yanghee Leeya Raportora Taybet a Myanmarê ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) got dibê ji bo binpêkirina mafên mirovan a dikevin nav "sûcê şer" ên li Myanmarê dijî tînin serê Arakaniyan serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) bixin yan jî dadgeheke navneteweyî ava bikin ku berpirsyar werin darizandin û edalet were pêkanîn.

Leeyê piştî ku rapora xwe li ser mijarên mafên mirovan pêşîkêşî Lijneya Giştî ya NYyê kir civîna çapemeniyê li dar xist.

Leeyê destnîşan kir ku li Myanmarê di rewşa Arakaniyan da tu guherînek tune û îxlalên mafên mirovan ên dikevin nav "sûcê şer" dewam dikin û wiha axivî: "Hetanî ku şert û mercên dibin sedema reva ji Mynamarê ya penaberên Arakanî yên li Bagladeşê neyên guherandin vegera wan a malê ewledar nîne."

Leeyê wiha got: "Dibê rewşa li Mynamarê (yên li ser Arakaniyan) sewqî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bikin an jî dadgeheke navneteweyî ava bikin ku berpirsyar werin darizandin û edalet were pêkanîn."

- Banga ji bo mueyîdeyan bidin ser artêşa Myanmarê

Leeya raportor bang kir ku bira mueyîdeyan bidin ser rayedar û şirketên girêdayî artêşa Myanmarê lewra li dijî Arakaniyan îxlalên mezin dikin.

- Paiqijiya neteweyî ya dijî Misimanên Arakanî

Di sala 2021an da di navbera Budîstan û Mislimanan da pevçûn derketibûn, di bûyeran da piraniya wan Misliman bi hezaran kes hatibûn kuştin, bi sedan xanî û dikan hatibûn şewitandin.

Di 25ê tebaxa 2017an da êrîşên hemdem biribûn ser qereqolên sînor ên li Arakanê û artêşa Myanmarê ev wekî hincet nîşan dabû û bi nijadperestên Budîst ra dest bi çalakiyên tundiyê kiribûn.

Li gor NYyê ji tebaxa 2017an pê va hejmara penaberên ji zilm û zexta li Arakanê revîn û xwe sipartin Bangladeşê derkete 900 hezarî.

Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bi dîmenên ji peykê va îsbat kirin ku bi sedan gund hatine tunekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE