Ji rejima Esed îdiaya Îsraîlê li dijî Şamê êrîşa asîmanî kir

Ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê di nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyeke eskerî da îdia kir ku Îsraîlê bi dema herêmî saet 01.30î êrîşa asîmanî bir ser şaxeke parastina asîmanî ya rejimê ya li herêma Nebî Habil a li gundewarên rojavayê Şamê.

arşiv
Ji rejima Esed îdiaya Îsraîlê li dijî Şamê êrîşa asîmanî kir

Rejima Beşar Esed îdia kir ku Îsraîlê li dijî paytextê Sûriyeyê Şamê êrîşa asîmanî kir.

Ajansa nûçeyan a rejima Esed SANAyê di nûçeya ku xwe dispêre çavkaniyeke eskerî da îdia kir ku Îsraîlê bi dema herêmî saet 01.30î êrîşa asîmanî bir ser şaxeke parastina asîmanî ya rejimê ya li herêma Nebî Habil a li gundewarên rojavayê Şamê.

Di nûçeyê da hat îdiakirin, di êrîşê da kesek hat kuştin, 3 eskerên rejimê birîndar bûn û xesara madî jî çêbû.

Tê zanîn ku li paytext Şam û herêmên gundewarên wê, ji xeynî artêşa rejimê komên terorîst ên di emrê Pasdarên Şoreşa Îranê da û her wiha nexasim jî unsûrên Hizbullaha Libnanê hene.

Rejima Esed îdia kiribû ku Îsraîlê 25ê berfanbarê jî li dijî herêma Mîsyaf a Hemaya Sûriyeyê êrîşa fuzeyê kir.

Îsraîl ji 2011an ku şerê navxweyî dest pê kiribû û vir va li Sûriyeyê car carî li dijî komên ku Îran alîgirê wan e û xalên eskerî yên rejimê êrîşan dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE