Ji rejima Esed li dijî Îdlibê amadekariya êrîşeke nû

Hêzên rejima Esed ji bo ku li dijî Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê êrîşeke nû bikin, sewqiyeta eskerî dikin

Ji rejima Esed li dijî Îdlibê amadekariya êrîşeke nû

Hêzên rejimê ku ji artêşa rejima Beşar Esed û komên terorîst yên bi piştgiriya Îranê pêk tên, ji bo ku li bakurê Sûriyeyê li dijî deverên li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê êrîşeke nû bikin, sewqiyeta eskerî dikin.

Mihemed Raşîdê berdevê Artêşa Nasir ku beşeke Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ye, di daxuyaniya xwe ya ku da payemnêrê AAyê da diyar kir ku hêzên rejimê vê hefteya dawîn sewqiyeta ku ji alav û wesayîtên eskerî, muhîmat û terorîstan pêk tê, dike.

Raşîd destnîşan kir, şeş konvoyên ku bi sedan wesayîtan pêk tên gihîştin Girê Til Hewaş ê Hemayê, bajarokê Keleha Madîkê, baregeha eskerî Breydîç a rejimê û gundê Xeyalîn ê li kirê rojhilatê Îdlibê. Raşîd herwiha got ku rejimê li Xan Şêxûnê û bajarokê Keleha Madîkê topxane û roket li hemberî sengerên mixalifan bi cih kirin.

Ji rêkeftina ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da 17ê Îlona 2018an hat îmzekirin vir va li Herêma Kêmkirina Şer Îdlibê di êrîşên rejim û Rûsyayê da ji hezarî û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.

Herwiha hejmara kesên ku ji ber êrîşan koç kirin jî ji milyonek û 42 hezarî derbas bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 15:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE