Ji rejima Esed li dijî Îdlibê êrîş: 7 birîndar

Ji rejima Esed li dijî Îdlibê êrîş: 7 birîndar

 Li parêzgeha Îdlibê ya li rojavayê bakurê Sûriyeyê di êrîşa rejima Beşar Esed da 2 jê giran 7 sivîl birîndar bûn.

Li bajarokê Kfrenbil ê li rojavayê başûrê Îdlibê artêşa rejima Esed û hêzên rejimê ku ji artêşa rejima Esed û komên terorîst ên biyanî yên bi piştgiriya Îranê pêk tên, gundê el-Bara yê li nêzîkî rêbejaya M-4 a li başûrê Îdlibê dan ber guleyên topan.

2 jê giran 7 sivîlên ku di êrîşê da birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên nêzîk.

Hêzên rejima Esed nava rojê bi roket û hawinan êrîşî gundên Beynîn û Dêrsimbil ên li herêma Cebel Zawiye ya Îdlibê jî kirin.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlibê û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin. Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.

Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.

Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.

Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adarê da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.

Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE