Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bangî Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku vegerin ser peymanê û wadên xwe û got ku ev yek, rêya herî kurt e ku bigihîjin berjewendiyên xwe yên hevpar.
Rûhanî piştî civîna Lijneya Wezîran ku li paytext Tehranê hat kirin, axivî û li ser peymana nukleerê û astengkirinên Amerîkayê daxuyanî da.
Rûhanî bangî Amerîka û welatên YEyê kir ku vegerin ser peymanê û wadên xwe û wiha axivî, "Ez bangî Amerîka û welatên YEyê dikim: Vegerin ser peymanê û wadên xwe. Ji ber ku ev yek di berjewendiya me, we, herêm, qanûn, dezgehên navneteweyî û Peymana Astengkirina Belavbûna Çekên Nukleerê da ye. Ji bo pêkanîna berjewendiyên hevpar, rêya herî kurt, bicihanîna wadan e."
Rûhanî îdia kir ku rêya Amerîkayiyan ne tu rê ye û herwiha welatên YEyê jî di mijara peymana nukleerê da gav navêjin ku ev yek xelet e û wiha dewam kir, "Gelek serokên dewletan ên ku min bi wan ra xeberda, dibêjin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump polîtîkayeke ku xîtabî raya giştî ya wan bixwe dike, dimeşîne û dibêjin lewma jî divê mirov guh nedê. Trump heger mirovekî ku dûrî rê û rêçikan be, ma sûcê me çi ye? Me peymanek îmze kiriye."
Rûhanî wiha bangî Trumpê ku diyar kir ku ew bifikar e ku çeka nukleerê ya Îranê hebe, kir:
"Tu bi rastî jî ji ber çeka nukleerê bifikar î? Nexwe tu çima ji bo Îsraîla ku çekên nukleerê depo dike, tiştekî nabêjî, xwe ker dikî û bi wî ra dibî dost? Heger bi rastî jî di mijara çeka nukleerê da fikara te hebe, ma qey haya te pê tuneye ku serokê şoreşa Îranê (Xamineyî) çeka nukleerê heram kiriye?"AA