Ji Rûhanî daxuyaniya êrîşa Ehwazê

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku dewleteke li Tengava Besrayê piştgiriyê dide rêxistina ku êrîşa li bajarê Ehwazê pêk anî

Ji Rûhanî daxuyaniya êrîşa Ehwazê

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku ew baş pê dizanin ka kîjan rêxistinê êrîşa li bajarê Ehwazê pêk anî û peywendiya wê bi kê ra heye.

Rûhanî beriya ku ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya 73yemîn a Neteweyên Yekbûyî ber bi bajarê New Yorkê yê Amerîkayê bi rê bikeve, li Balafirgeha Tehran Mehrabadê civîna çapemeniyê li dar xist.

Rûhanî diyar kir ku civîna NYyê ji bo her welatekî firsendek e ku nêrîna xwe eşkere bike û herwiha Îran jî dê li vê derê nêrînên xwe yên li ser mijarên herêmî û navneteweyî bîne ziman.

Rûhanî bal kişand ku ew dê di ziyareta xwe da ligel serokên dewletan ên Ewropa û Asyayê rûnê û di mijarên wekî Sûriye, Iraq û Yemenê da jî bi welatên dost ra nêrînên xwe parve bikin.

Rûhanî diyar kir ku ew ê hewl bidin ku maliyeta astengkirinên Amerîkayê li ser Îranê, heta ji wan tê kêm bikin û wiha dewam kir, "Di vê çarçoveyê da Wezîrê Karên Derva Cevad Zerîf jî dê bi wezîrên karên derva yên welatên 4+1ê ra li ser peymana nukleerê biaxive."

Rûhanî herwiha der heqê êrîşa li bajarê Ehwazê yê eyaleta Xuzistanê da jî bal kişand ku ew baş pê dizanin ka kîjan rêxistinê êrîş pêk anî û peywendiya wê bi kê ra heye û wiha got, "Îran dê bi tu awayî li hemberî vê êrîşê xwe ker neke."

Rûhanî îdia kir ku di şerê Îran-Iraqê da serokê têkçûyî yê Iraqê Sedam Huseyîn jî piştgirî dida rêxistinên ku navê wan wekî hev e û êrîşî Îranê dikirin û wiha dewam kir, "Yên ku ev qetlîam kirin, li pey şopa dagîrkeran in."

Rûhanî îdia kir ku ev rêxistin di dema şerê Îran-Iraqê da li Iraqê diman û wiha dewam kir:

"Dema Sedam li heyatê bû, ji wî ra dixebitîn. Lêbelê dema Sedam mir, vê carê ji bo dewleteke din dest bi xebatê kirin. Dewleteke li Kendavê piştgiriya madî, eskerî û siyasî dide wan û wan diparêze."

Li Îranê duh li bajarê Ehwazê yê eyaleta Xuzistanê ku bi piranî Ereb lê dijîn, li dijî merasima eskerî ya ku bi boneya salvegera 38emîn a şerê Îran-Iraqê hat lidarxistin, êrîşeke biçek hat kirin ku di encamê da 17 jê esker 25 kes mirin, 60 kes jî birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 îlon 2018, 13:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE